
Navê wî Şêxmûs e. Navê bavê wî hesen û yê diya wî Ayşan bû. Hesen kurê Mihemed, Mihemed kurê Mehmûd, Mehmûd kurê Elî ye.
Li gora Cegerxwîn gotiye ev Elî digel birayê xwe, ji nav gurdilan, ji gundê Pêkendê hatiye Hesarê, nav dekşûriyan, Hesar bi kercosê ve ye û dikeve rojavayê Heskîfê.
Hesen keçek û du kur hebûn. Keça wî Asiya nuxwiriya wî bû. Di pey keçekê re xwedê kurek da bûyê, binavê Xelîl. Di pey re û di sala 1903an de Şêxmûs di gundê Hesarê ji diya xwe bûye.
Di sala 1918de li Amûdê bavê wî çû rehmetê hîn Şêxmûs hêja kiçik bû û li cem birayê xwe dima.
Di sala 1919an de diya wî Eyşan li gundê Bêdir-memo çûye ser dilovaniya xwe.
CEGERXWÎN pêlakê li cem xuşk û birayê xwe maye.
Di sala 1920de çuye xwendegeha Olperestî û çend salan li ser hev li kurdistan Sûriya, Îraq û Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewşa gelê kurdistanê baş nas kiriye.
Di sal 1948de Cegerxwîn bûye hevalê partiya komonîstê Sûriya.
Di sala 1949 de cara yekemîn bû ko Cegerxwîn hatiye girtin.
Di sala 1950 de Cegerxwîn dikeve civata Aştîxwazên Sûriya û bi wan re kar dike.
Di sala 1954de Cegerxwîn pêşkêşî perlemana Sûriya bû ji aliyê komonîstan ve.
Di sala 1957de Cegerxwîn ji komonîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazdikin û piştî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina fesix dikin û bi Partiya Dîmoqratî kurdî re dibin yek.
Di sala 1959 de Cegerxwîn direve Îraqê û 3 sê salan lii wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexdayê beşê kurdî û dersên kurmancî dide xortên kurd.
Di sala 1962 de hukûmeta Îraqê bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe vedigerin Sûriya, Cegerxwîn tê girtin û piştî pêlakê tê berdan.
Di sala 1963 de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikev Zindana (MEZE) li bajarê Şamê, lê piştî pêlakê tê berdan lê wî nefî dikin û dişînin bajarê (Siweyda) nav Durziyan, lê piştî pêlakê tê berdan û vedigere bajarê xwe Qamişlo.
Di sala 1965de Cegerxwîn dibe endamê komîta merkezî ya partiya Dîmoqrat ya Pêşverû ya kurd li Sûriya û heta dawiya jiyana xwe endamê partiya xwe dimîne.
Di sala 1969de Cegerxwîn diçe kurdistana Îraqê nav şorişa kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne û li wir dîroka şorişê dinivisîne(1969).
Di sala 1970 de Cegerxwîn ji kurdistana Îraqê vedigere Sûriya.
Di sala 1973 deCegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya 3 sisiya KÎME EZ? û Salar û Midya li wir çapdke.
Di sala 1976 Cegerxwîn vedigere sûriya û heta sala 1979 li wir dimîne.
Di 3/8/1979 de Cegerxwîn ji Sûriya direve û diçe dewleta Swêd û (5) salên xwe yên dawî ji jiyana xwe derbas dike.
Di 22/10/1984 de li Bajarê Stokholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe.
CEGERXWÎN di hewşa xaniyê xwede li bajarê Qamişlo hatiye veşartin.
Zarokên wî ên ko lid û hiştine du kur û pênc keçin: Sînem,Keyo,Gulperî,Rojîn, Beniye, Azad, Selam(Aşitî).
Neviyên Cegerxwîn (26) kesin.
Jibo zanîn
Mixabin ko di JÎNENÎGARIYA Cegerxwîn de salên 1969, 1973, 1976 ne hatine
Nivîsandin û pir diriste ko bavê min jibîr kirine.
Keyo Cegerxwîn
BERHEMÊN CEGRXWÎN YÊN ÇAPKIRÎ
1- Dîwana yekem (Pirîsk û Pêtî) 1945 Şam
2- Cîm û Gulperî çîroka yekem 1948 Şam
4- Dîwana diwem (Sewra Azadî)1954 Şam
5- Reşoyê Darê çîroka diwem 1956 Şam
6- Destûra Zimanê kurdî 1961 Bexda
7- Ferheng perçê yekem 1, 1962 Bexda
8- Ferheng perçê diwem 2, 1962 Bexda
9- Dîwana siyem (Kîme Ez?) 1973 Beyrûd
10- Salar û Mîdya 1973 Beyrûd.
11- Dîwana çara (Ronak) weşanên Roja Nû 1980 Stockholm.
12- Dîwana pênca (Zend-Avista weşanên Roja Nû 1981 Stockholm.
13- Dîwana şeşa (Şefeq) weşanên Roja Nû 1982 Stockholm.
14- Dîwana hefta (Hêvî) weşanên Roja Nû 1983 Stockholm.
15- Dîwana heşta Aşitî) weşanxana kurdistan 1985 Stockholm.
16- Tarîxa Kurdistan 1 wşanên Roja Nû 1985 Stovkholm.
17- Tarîxa Kurdistan 2 weşanên Roja nû 1987 Stockholm.
18- Folkklora kurdî weşanên Roja Nû 1988
19- Jînenîgariya Min weşanên Apec 1995 Stockholm.
20-Tarîxa Kurdistan 3 weşanên Roja Nû 1999 Stockholm.
21- Şerefnameya Menzûm- Şerefxanê Bedlîsî, Çapxan Emîral-Beyrûd 1997
ji tîpên Erebî hatiye wergerandin bi tîpên kurdî. Werger Dîlawer Zengî.
Berhemên Cegerxwîn yên ko hatine wergerandin bi zimanê Erebî
1- Tarîxa Kurdistan 1 werger Xalis Mesûr, çapxana Emîral-Beyrûd 1/7-1996.
2- Reşoyê Darê werger Tewfîq El-Huseynî, çapxana Al-Sabah 1986. ?
3- Jînenîgariya Min werger Ciwan Eyo û Dîlan Şewqî, çapxana Dar bafet lilneşir weltibae 2001.
4-Tarîxa kurdistan 2 werger Xalis Mesûr çapxana 2003.
Berhemên Cegerxwîn yê ne çapkirî nêzîkî 30 pirtûkî hene.
Berhemên Cegerxwîn yên ko tercume Tirkî bûne
1- Jînenîgariya Min ji aliyê Evrensel Basim Yenî.Îstanbul 2003.
NIVIŞTÊN CEGRXWÎN YÊN NE ÇAPKIRÎ
1- Dîwana Seydayê Cizîrî (Şerih)
2- Dîwana Seydayê Ehmedê Xanî (Şerih)
3- Çend Şorişên kurdên kevnare
4- Destûra kurdistanê (Şiir)
5- Awa û destûra zimanê kurdî ( Grmatîk) bi latînî
6- Hozan û torevanên kurdistanê perçê 1(tercume)
7- Hozan û torevanên kurdistanê perçê 2(tercume)
8- Ferheng (Latînî)
9- Kurd. Basîl Nîkîtîn (tercume)
10- Mînoriskî (tercume)
11- Lêkolîna li ser rojhilata navîn
12- Hespên ristevanên kurdistan
13- Leyla û Mecnûn (tercume)
14- Li ser instîtûta kurdî li Lênîngrad
15- Ûsiv û Zelîxe (tercume)
16- Ristê hin ristevanan
17- Gotinên Pêşiyan
18- Hesenê Mûsa (Çîrok)
19- Nivîsar (Hin nivîsar)
20- Çîroka xortê Îranî (tercume)
21- Dewleta Mahabadê (tercume)
22- Dewleta Eyûbî li Yemenê
23- Çîrokên kurdî
24- Kêferat li ser kurdistanê, Xalifîn (tercume)
25- Tarîxa benî Eyûb perçê 1
26- Tarîxa benî Eyûb perçê 2
27- Tarîxa benî Eyûb perçê 3
28- Baqismatê reş-Çîrok (tercume)
29- Çûforê kemyona sor
30- Nivîsarek lisr dîbaca seydayê Xanî
31- Dîwana Cegerxwîn 1927